Berdevkê Pasdarên Îranê: Heta Amerîka mercên me qebûl neke, Tengava Hurmizê venabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, vekirina Tengava Hurmizêê ji bo tevgera bazirganiya deryayî, tenê bi cîbicîkirina şertên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve girêdayî ye. Herwiha tekez kir, ev tengav ji bo wan êdî ne tenê rêyeke aborî ye, lê "amrazeke hêzê" ya jeostratejîk e.

Berdevkê Supaya Pasdaran Hisên Muhibî îro 8ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya welatê xwe, helwesta Tehranê ya derbarê girtina Tengava Hurmizê de nû kir. Muhibî diyar kir ku heya Washington pabendî mercên Komara Îslamî nebe, tengav dê bi girtî bimîne.

Hisên Muhibî destnîşan kir ku girîngiya Tengava Hurmizê ji bo Îranê guheriye û wiha got: "Tengava Hurmizê ji bo Îranê êdî ne tenê rêreweke aborî û avî ye. Ew ji aliyê fîzîkî û jeografî ve veguheriye hêz û şiyanekê ku Komara Îslamî ya Îranê dikare mîna amrazeke bandorker a hêzê bikar bîne."

Berdevkê Supaya Pasdaran eşkere kir, danûstandinên di navbera Îran û Omanê de ti peywendiya xwe bi vekirina Tengava Hurmizê re nîne. Muhibî bang li Amerîkayê kir ku "destê xwe ji gotûbêjên Tehran û Mesqetê bikişîne" û tekez kir ku heya Washington şertên Îranê qebûl neke, rewşa tengavê asayî nabe.

Li aliyê din, jêderekî nêzîkî tîma danûstandinkar a Îranê ragihand, vekirina tengavê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Amerîka sozên xwe yên di "yadaştnameya Lihevkirinê" de cîbicî bike.

Heman jêderî bal kişand ser mijara ceza û dorpêçan û got: "Bazirganên Îranî bi gotinên biriqandî yên wekî rakirina beşek ji cezayan nayên xapandin. Rakirina dorpêçên li ser hinek kompanî û aliyên Iraqî ti peywendiya xwe bi peywirdariyên Amerîkayê yên li hemberî Îranê re nîne."