Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Demirtaş dikare sûdê ji projeyasaya çarçoveyê werbigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ew îdiayên ku digotin Selahattin Demirtaş dê sûdê ji projeyasaya nû ya "Pêvajoya Aşitiyê" wernegire, bi temamî red kirin. Ev daxuyanî wekî nîşaneke erênî ji bo azadkirina Hevserokê berê yê HDPê hat şîrovekirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, nûçeyên ku digotin wî li dijî sûdmendbûna Selahattin Demirtaş ji qanûna nû ya aşitiyê daxuyanî daye, derewand. Ev nûçe piştî wê yekê belav bû ku rojnamevanê nêzîkî desthilatê Abdulkadir Selvi gotibû ku Gürlek di civîna AKPê de gotiye "Demirtaş û Ocalan nikarin ji vê yasayê sûdê werbigirin."
Lê belê, nûnerê kanala TGRTê li Enqereyê Fatih Atik ragihand, wî rasterast bi Wezîrê Dadê re axiviye û wezîr ev gotegot bi temamî red kirine û gotiye ku ti daxuyaniyeke wî ya bi vî rengî nîne. Li gorî şîroveya Atik, ev helwesta wezîr rê li ber azadkirina Selahattin Demirtaş vedike.
Di heman demê de, îro şemiyê (08.08.2026) serê sibê, projeyasaya bi navê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî" ku wekî "Yasaya Çarçoveyê ya Pêvajoya Aşitiyê" tê naskirin, ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamena Tirkiyeyê (TBMM) ve hate pesendkirin.
Tê payîn ku ev projeyasa di nava 48 demjimêran de were xistin nava rojeva Civata Giştî ya Parlamenê û deng li ser were dayîn. Projeyasa êvara înê gihîştibû komîsyonê û di nava 18 demjimêran de bi lez hate pejirandin.
Parlamentera DEM Partiyê a Erziromê Meral Daniş Beştaş di vê derbarê de ragihandibû, ev projeyasa derfeta aşitiyeke mayînde diafirîne. Beştaş tekez kir ku tevî hinek kêmasiyan jî, ew hewl didin di hişmendiyeke hevpar de çareseriyê ava bikin.