Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyê li Mihemedê Hacî Mehmûd dike û hêvîdar e ku ew partî di xebat û têkoşîna xwe de serkeftî be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Tebaxa 2026an, bi helkefta 50emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, di peyamekê de pîrozbahiyeke germ li Mihemedê Hacî Mehmûd serokê partiyê, serkirdatî û hemû endam û alîgirên wê kir.
Serokwezîr Mesûd Barzanî hêvî xwest ku Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, mil bi milê aliyên din ên Kurdistanî, di xebat û têkoşîna xwe de ji bo berevanîkirina li destkeftên niştimanî yên xelkê Kurdistanê serkeftî be.