Teyf Samî ji aliyê dadgehê ve daxwazkirî ye û

Teyf Samî
Teyf Samî

Navenda Nûçeyan (K24) – Teyf Samî di nav lîsteya daxwazkiriyên li beranberî dadgehê de ye û daxwaz ji wê hatiye kirin ku li beranberî dadwer amade bibe, lê ew niha li derveyî welat e. Herwesa kempeyneka din a proseya desteserkirina berpirsên bilind ên hikûmeta Îraqê, ku tevlî dosyeya gendeliyê bûne, hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, ku ji serkirdeyekî bilind ê Şîeyan wergirtine, kempeyneka nû ya desteserkirina berpirsên bilind ên hikûmeta Îraqê bi tohmeta gendeliyê hatiye destpêkirin û Ebû Mazin ê Serokê Partiya Cemawerê Wetenî û Elî Mihemed ku kesekî nêzîkî Ebû Mazin e, kesên yekê ne ku hatine desteserkirin.

Ji aliyekî din ve jî Ebdulrehman Cezayirî, ku serkirdeyekê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî desteserkirina Ebû Mazin, fermana desteserkirinê ji bo alîkar û cîgirên parêzgarên çend parêzgehan derdikeve û kesên din ên pilebilind jî dê bên desteserkirin."

Di deerheqa revîna hejmareka wezîr û kesên pilebilind de, Cezayirî dibêje: "Ji dadgeh û Desteya Destpakiye fermana desteserkirinê an gazîkirinê ji bo Wezîrê Kar ê berê Ehmed Esedî derneketine, lê yek ji wan kesên ku hatine gazîkirina dadgehê Wezîra Darayî ya berê Teyf Samî ye, lê nehatiye desteserkirin. Ligel wê yekê jî zêdetirî 100 parlamenteran ji ber hebûna gumanên gendeliyê tevlî civînên parlamentoyê nabin û çend parlamenter jî li derveyî welat in."

Navborî tekez jî kir ku fermana desteserkirinê ji bo hejmareka endamên komên çekdar bi tohmeta gendeliyê û çend pirsên din derketiye, lê heta niha aliyên peywendîdar nekariye wan desteser bikin. Dîsa jî di pêngava rûbirûbûna gendeliyê de çavniqandin ji bo kes, pile û postên kesî nayê kirin û yên guman li ser wan hebin dê bên desteserkirin.