Bo cara yekê piştî şer; Pizîşkiyan û Mucteba Xameneyî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro Yekşemê, di destpêka sala sêyê ya serokatiya xwe de, ligel Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî civiya û danûstandin li ser krîzên leşkerî, aborî û rewşa paşeroja Îranê kirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Yekşem, 09ê Tebaxa 2026ê) ligel destpêkirina sala sêyê ya serokatiya xwe, ligel Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xameneyî civiya.
Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye ku di civînê de bi dirêjî danûstandin li ser pirsgirêk û astengiyên vê dawiyê yên Îranê hatiye kirin, bi taybetî pêşveçûnên di qada leşkerî de, rewşa niha ya "Şerê Sêyê yê Sepandî" û ew paşeroja ku di vê qonaxê de li pêşiya wî welatî ye.
Li gorî eynî çavkaniyê, pareka bingehîn a danûstandinên di navbera Serokkomar û Rêberê Bilind ê Îranê de ji bo dîtina çareserî û stratejiya guncayî bi merema dabînkirina pêdiviyên jiyana welatiyan di bin siya krîzan de hat terxankirin.
Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser nexşerêya dabînkirina çavkaniyan û awayê birêvebirina xerciyan di sê sektorên sereke de li hev guhartine, ku ev in: "dravê Îranî, diravê biyanî û sektora enerjiyê", ligel nîqaşkirina peywendiyên aborî û bazirganî ligel welat û aliyên derve.
Ev dibe civîna yekê ya Serokkomar û Rêberê Bilind ê Îranê, piştî derketina şerê 40 rojî di dawiya Sibata vê salê de. Pêştir Pizîşkiyan li ser civîna xwe ya ligel Mucteba Xameneyî ragihandibû: "Dîtina Rêberê Bilind ê Îranê di vê demê de karekê gelek bizehmet e, lê hebûna wî ji bo me gelek giring e."