Serok Barzanî: Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di qonaxeke gelek baş de ne

Serok Barzanî û Holly Veir
Serok Barzanî û Holly Veir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwaziya Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir û di civînê de peywendiyên dualî, rewşa siyasî ya deverê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 09ê Tebaxa 2026ê) pêşwaziya Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê Holly Veir kir

Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de Konsula Giştî ya Brîtanyayê dilxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî û destpêkirina erkê xwe wekî konsula nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Konsula Brîtanyayê diyar jî kir ku ew dê li ser bizavên xwe ji bo berdewamî û zêdetir giringîdana bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de berdewam be û matmayîbûna xwe ji bo pêşkeftinên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de jî anî ziman.

Wekî ku di wê daxuyaniyê de hatiye, Serok Barzanî di wê hevdîtinê de bixêrhatina Konsula Nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir, serkeftin di erkên wê de jê re xwest û amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina erkên wê li Herêma Kurdistanê ragihand.

Rewşa siyasî û dawî pêşveçûn û guherînên deverê, bi taybetî rewşa siyasî ya Îraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de jî mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.

Têkildarî vê mijarê, Serok Barzanî destnîşan kir ku peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî di qonaxeke gelek baş de ne û hevahengî û têgihiştineka baş di navbera her du aliyan de heye.