WSJ: Trump amade ye bêyî peymana atomî dawî li şerê bi Îranê re bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) belav kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hefteyên dawî de stratejiyeke nû amade kiriye da ku dawî li aloziyên ligel Îranê bîne. Trump amade ye "serkeftinê" ragihîne bi tenê bi şertê ku Îran Tengava Hurmizê veke, her çend peymaneke nû ya atomî neyê îmzekirin jî.

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal îro 9ê Tebaxa 2026an li ser zarê çend berpirsên payebilind ên Amerîkayê belav kir, Donald Trump di civînên girtî de behsa wê yekê kiriye ku dikarin dawî li rûbirûbûna ligel Îranê bînin û ji qeyranê derkevin, bêyî ku şertê îmzekirina peymaneke nû ya atomî ferz bikin.

Berpirsên Amerîkî diyar dikin ku Trump niha li hember xitimandina danûstandinan nermiyekê nîşan dide. Armanca sereke ya Trump di vê qonaxê de ew e ku Tengava Hurmizê ji bo bazirganiya navneteweyî were vekirin. Trump dixwaze bi vê gava Îranê, aramiyê bîne bazara enerjiyê û nehêle nirxên sotemeniyê li cîhanê û li Amerîkayê bilind bibin.

Derbarê dosyeya atomî ya Îranê, berpirsan bal kişandin ser nêrîna Trump a taybet. Tê gotin ku Trump di civînan de diyar kiriye: "Tehran di wê şiyanê de nîne ku di serdema serokatiya min de xebatên xwe yên atomî careke din bide destpêkirin." Bi vê baweriyê, Trump pêwîstî bi peymaneke bilez a atomî nabîne û giranî dide ser kêmkirina girjiya meydanî.

Ev rapor nîşan dide ku di siyaseta îdareya Trump de guhertineke girîng çêbûye. Trump dixwaze dosyeya leşkerî û nakokiyên li ser erdê (wekî Tengava Hurmizê) ji dosyeya atomî cuda bike.