Sûriye û Rûsya li ser radestkirina firokxaneya Himêmîm û bendera Tertûsê li hev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê ragihand, wan ligel Rûsyayê li ser çarenûsa hebûna leşkerî ya Moskoyê li welêt lihevkirineke nû îmze kiriye. Li gorî peymanê, rêveberiya firokxaneya Himêmîm û bendera Tertûsê radestî aliyê Sûriyeyê têne kirin.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro 8ê Tebaxê ragihand, her du welat li ser "ji nû ve birêxistinkirina" erkên binkeyên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê li hev kirine. Li gorî vê peymanê, binkeyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê êdî wekî "Navendên Hevbeş ên Perwerde û Rahênanê" kar dikin.

Wezaretê eşkere kir, ji bo temamkirina vê proseyê û guhertina erkên binkeyan, 3 meh dem hatiye diyarkirin. Piştî van sê mehan, peymana nû bi fermî dikeve warê cibicîkirinê û birêxistinkirina nû ya hêzên Rûsyayê li peravên Sûriyeyê dest pê dike.

Li gorî xalên peymanê, dewleta Sûriyeyê dê rêveberiya hemû saziyên sivîl bigire destê xwe. Di serî de Firokexanya Himêmîm û Bendera Tertûsê, dê gav bi gav di nav sîstema îdarî û sivîl a dewleta Sûriyeyê de werin yekkirin.

Ev lihevkirinpiştî sal û nîveke danûstandinên giran û dîplomasiyeke dijwar a di navbera Şam û Moskoyê de pêk hat.