Eco Iraq: Nêzî 390 milyar dînar bo xezîneya dewletê hatin vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha "Eco Iraq" amarên nû yên mal û milkên desteserkirî aşkere kirin. Di encama "Operasyona Berbangê" de nîv ton zêr, 390 milyar dînar û 141 milyon dolar bo xezîneya dewletê hatin vegerandin.
Rewangeha "Eco Iraq" îro 9ê Tebaxê raporek li ser encamên dawî yên operasyona rûbirûbûna gendeliyê û girtina berpirsên tawanbar belav kir. Li gorî raporê, di vê qonaxê de bîlançoyeke giran a pere û zêrên ku ji aliyê berpirsan ve hatibûn dizîn, hatine desteserkirin.
Di analîza "Eco Iraq" de hat diyarkirin ku heke bihayê her grameke zêr wekî 185 hezar dînar were hesabkirin, bihayê giştî yê zêr û pereyên hatine vegerandin digihîje 482 milyar dînarên Iraqî.
Ev bir bi serê xwe têra mûçeyên mehekê yên wezaretên Veguhastin, Jîngeh, Koç û Koçberan û Wezareta Petrolê dike. Her wiha hat destnîşankirin ku ev pere dikare nîvê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yên mehekê dabîn bike.
Ev pêngav wekî beşek ji "Operasyona Berbangê" tê meşandin ku di dawiya Hezîrana 2026an de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ve hatibû destpêkirin. Operasyon wekî mezintirîn hemleya dijî gendeliyê di dîroka Iraqê de tê binavkirin.
Ji destpêka operasyonê heta niha, bi dehan berpirsên payebilind, rêveberên giştî û parlamenter hatine girtin. Rayedaran destnîşan kir ku ev zêr û pereyên kaş li malên berpirsan û di cihên veşartî de hatine dîtin.
Rewangeha "Eco Iraq" di dawiya rapora xwe de piştgiriya xwe ji bo vegerandina milkê giştî nîşan da û daxwaz kir ku hikûmet bi awayekî zelal çarenivîsa van pereyan û cihê ku lê tên xerckirin ji raya giştî re aşkere bike.