Demirtaş û Mizrakli: Qanûna Çarçoveyî ji bo aştiyê pêngaveke çarenivîssaz e

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli bi peyameke hevbeş piştgiriya xwe ya tam ji bo nîqaşên "Qanûna Çarçoveyî" li Parlamentoya Tirkiyeyê nîşan dan. Her du siyasetmedaran diyar kirin ku ev pêvajo xwedî wê hêzê ye ku çarenivîsa Tirkiyeyê û navçeyê biguherîne.

Selahattin Demirtaş û Adnan Selçuk Mizrakli peyameke hevbeş ji Serokatiya Parlamentoyê û parlamenterên Tirkiyeyê re şandin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku ev pêvajo ne parçekirin an jî "bazariyeke erzan" e; berevajî wê, armanca wê xurtkirina aştî û biratiya 86 mîlyon welatiyan e.

Demirtaş û Mizrakli di peyama xwe de bang kirin ku bila gumanên neyînî neyên kirin û gotin: “Divê ti kes li pey van hewlên biqedir li berjewendiyên veşartî û planên qirêj negerin. Ew aliyên ku bi guman nêzîk dibin, ji bilî daxwaza me ya ji bo hembêzkirina hevdu û hestê biratiya Kurd û Tirkan, dê tiştekî din nebînin.”

Di peyamê de hat bibîrxistin ku piştî 40 salên şer û pevçûnan, dilê her kesî birîndar bûye û niha dem hatiye ku bi dilsozî kar li ser aştiyê bikin. Her du siyasetmedaran ji parlamenteran daxwaz kir ku bi rexne û hişyariyên avaker, di siyasetê de deriyên nû vekin.

Herwiha Demirtaş û Mizrakli ji ber nîşandana "vîna siyasî ya bihêz", spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî kirin. Her wiha spasiya Abdullah Ocalan kirin ji bo hewildanên wî yên mezin ên di rêya aştiyê de.

Di dawiya peyamê de, her du siyasetmedaran spasiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, serokên partiyên opozîsyonê (Ozgür Ozel, Ali Babacan, Ahmet Davutoglu, Kemal Kiliçdaroglu û Zekeriya Yapicioglu), Hevserokên DEM Partiyê (Tuncer Bakırhan û Tulay Hatimogullari) û şanda Îmraliyê kirin.