Li Bexdayê di operasyonekê de 318 kes hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê li Bexdayê ragihand ku di çarçoveya jempeyneka berfireh de li kerta Resafeyê, hêzên ewlehiyê karî 318 kesan bi tohmetên cuda cuda desteser bikin.

Li gorî zanyarên wê çavkaniyê, kesên ku hatine desteserkirin kesên serxweş û parsek in û ew kes in ên ku zêdegavî li ser şertên xwecihbûnê kiriye.

Di hûrgiliyên kempeynê de hatiye ku 222 kes bi sedema serxweşiyê hatine desteserkirin, her wiha 50 parsek û 46 kesên din jî ku hilgirên nasnameyên erebî û biyanî bûn û qanûnên xwecihbûnê binpê kiribûn, û ji bo aliyên peywendîdar hatine şandin.