Şofêrên barhilgiran rêya Kerkûk – Silêmaniyê daxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Şofêrên barhilgir, wekî nerazîbûnekê li beranber rêkarên pişkinînê û wergirtina bacê, rêya sereke ya navbera Kerkûk û Silêmaniyê bi temamî daxist û qerebalixiyeke gelek mezin çê kir.
Ji ber çêbûna qerebalixiyeke zêde li Xala Çîmenê ya Kontrolê, îro (Duşem, 09ê Tebaxa 2026ê) her du aliyên rêya navbera Kerkûk û Silêmaniyê hatin daxistin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo ji cihê bûyerê ragihand ku şofêrên barhilgir, ji ber rêkarên pişkinînê û rawestandina wan bo dema çend saetan, rê girtiye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê jî ku hêzeke ewlehiyê ji bo vekirina wê rêyê bo wê xalê hatiye şandin lê ji ber zêdehiya timbêlan, vekirina wê rêyê karekê hêsan nîne û tê pêşbînîkirin ku sê saet jê re pêdivî bin.
Qerebalixî heta nahiyeya Qerehencîrê dirêj bûye û bi hezaran timbêl asê mane. Ev daxistin ji bo wan kesên ku nexweş in an jî karên wan ên lezgîn hene bûye asteng û rewş bi temamî ji kontrolê derketiye.
Sedema sereke ya vê nerazîbûnê bo wergirtina pere û bacê ji aliyê karmendên wê xalê ve vedigere. Tevî ku berê du bandên mezin ên gendeliyê li wan xalan hatibûn desteser kirin, lê hêj arêşe berdewam e û şofêr neçar bûne timbêlên xwe li wê derê bihêlin.