Li Iraqê 71 bingehên wehmî yên girêdayî Heşda Şeibî hatin daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Îraqê ragihand ku heta niha zêdetirî nîv milyon parçeyên çekan hatine tomarkirin û kar bo çêkirina banka zanyaran ji bo şeş milyon parçeyên çekan tê kirin, herwesa 71 bingehên wehmî yên girêdayî Hêşda Şebî jî hatine daxistin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê Miqdad Mîrî îro (Duşem, 09ê Tebaxa 2026ê) di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku banka zanyaran ji bo şeş milyon parçeyên çekan tê çêkirin, û heta niha proseya tomarankirinê serkeftin bi dest xistiye û tê de zêdetirî nîv milyon parçeyên çekan hatine tomarkirin.

Miqdad Mîrî bal kişand ser wê yekê jî ku 71 bingehên wehmî yên girêdayî Hêşda Şeibî hatine daxistin, herwesa got ku ji êdî her drona ku bêyî razîbûn bê firandin dê wekî kiryara terorîstî serederî ligel bê kirin.

Wî ragihand jî ku destûriya tomarkirina çekan di 31ê Berçileya îsal de bi dawî dibe, û her kesê piştî wê demê çekê bêdestûrî û tomarnekirî li gel be, dê bi fermî wekî "ji qanûnê derketî" serederî ligel bê kirin û rûbirûyî rêkarên tund ên qanûnî bibe.

Berdevkê Wezareta Navxwe derketina qedexeya giştî ya hatin û çûnê di dawiya meha Îlonê de red kir û tekez kir ku ti rênimayiyeka bi wî awayî nîne. Wî amje jî da ku nêzîkbûna 30ê Îlonê, wekî destûriyekê ji bo komkirin û kontrolkirina çekan di destê dewletê de, nîgeranî û amadekariyên ewlehiyê peyda kirine.

Miqdad Mîrî behsa wê yekê jî kir ku Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê tekez li ser bidawîanîna çekên derveyî destê dewletê kiriye, û hişyarî daye ku her çalakiyeka piştî wê destûriyê dê li gorî qanûna rûbirûbûna terorê serederî ligel bê kirin.

Navborî herwesa got ku dîtina aliyên çekdar cuda ye; hinek ji wan amadeyiya xwe ji bo rêkxistina peywendiyên xwe ligel dewletê nîşan daye, li beranber jî hinekên din şert danîne ku pirsa çek girêdayî bidawîhatina hebûna leşkerî ya biyanî û piştrastbûna ji parastina Îraqê ye.

Ji bo bicihanîna vê proseyê, Berdevkê Wezareta Navxwe ragihand ku zêdetirî 745 ofîsên taybet li hemî parêzgehan ji bo tomarkirina çekan vekirine. Heta niha wan kariye destûriyên çekan bidin zêdetirî 160 hezar kesan, herwesa zêdetirî nîv milyon parçeyên çekên welatiyan tomar bikin, ji bilî bindestkirina 143 hezar çekên neqanûnî û eşkerekirina dizîna 2 hezar û 668 parçeyên çekan.