Tirkiyeyê ji bo Deryaya Reş hişyariya ewlehiyê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhastinê ya Tirkiyeyê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên li Deryaya Reş hişyarî da kompanyayên deryavanî. Hat ragihandin ku piştî zêdebûna êrişên li ser keştiyên bazirganî, Enqereyê dest bi sepandina hinek sînordarkirinan kiriye.
Li gorî zanyariyên ku rojnameya Aydinlik ji çavkaniyên hikûmetê girtine, rayedarên Tirkiyeyê hişyarî dane keştiyên ku ji avên herêmî yên Tirkiyeyê derdikevin. Di hişyariyê de hat diyarkirin ku divê keştî metirsiyên ewlehiyê li ber çavan bigirin. Herwiha hat destnîşankirin ku her destwerdaneke Tirkiyeyê ya li derveyî avên wê yên herêmî, dibe ku wekî piştgiriya aliyekî şer were dîtin, loma Enqere bi baldarî tevdigere.
Li aliyê din, ajansa Bloomberg aşkere kir, Tirkiyeyê dest bi sepandina sînordarkirinê li ser geştên bazirganî yên li Deryaya Reş kiriye. Li gorî nûçeya rojnameya Aydinlikê, rê nehatiye dayîn ku 10 keştî ji Tengava Çanakkaleyê derkevin. Tê payîn ku tedbîrên bi vî rengî li benderên Deryaya Marmara û Deryaya Reş jî werin girtin, her çend ev agahî bi fermî nehatibin piştrastkirin jî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan berê ragihandibû ku ew rewşa ewlehiyê ya Deryaya Reş ji nêz ve dişopînin. Fidan diyar kiribû ku wan pêşniyara "rawestandina şer a demkî" pêşkêşî aliyên nakok kiriye, da ku derya ji bo bazirganiyê ewle bibe.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî nîgeraniya xwe ya kûr li ser zêdebûna alozî û êrişan anî ziman û hişyarî da ku berdewamiya vê rewşê, dê bandoreke xerab li ser "ewlehiya xwarinê ya cîhanî" bike, ji ber ku Deryaya Reş rêyeke sereke ya veguhastina genim û xurekê ye.