Kenîseya herî kevin a Akrê tê nûjenkirin

Akrê (K24) – Li bajarê Akrê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve, xebatên nûjenkirina Kenîseya Meryem El-Adra ku wekî kenîseya herî kevin a bajêr tê naskirin, berdewam in. Ev proje bi armanca parastina nasnameya dîrokî û geşkirina geştiyariyê tê meşandin.

Kenîsaya Meryem El-Adra ya dîrokî li navenda bajarê Akrê cih digire. Dîroka avakirina vê kenîseyê vedigere sala 1695an a zayînî. Avahî bi şêwazê mîmariya "bazîlîka" û bi berên xwezayî yên çiyayî hatiye avakirin.

Karên nûjenkirinê ji aliyê rêxistina Lotus Flower ve û bi hevahengiya Rêveberiya Şûnwar û Kelepûra Dihok û Akrê tê meşandin. Proje bi piştevaniya darayî ya Komara Federal a Almanyayê û Dezgeha GIZ a Almanî tê fînansekirin.

Nûnerê rêxistina Lotus Flower Hêwar Adil derbarê karên nûjenkirinê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ew bi baldarî kar li ser nûjenkirina vî cihê şûnwarî dikin, da ku şêwazê wê yê resen winda nebe.

Rêveberê Şûnwarên Akrê Hîwa Şemal bal kişand ser girîngiya projeyê û diyar kir, li devera Akrê nêzîkî 760 cih û nîşanên şûnwarî hene û got: "Nûjenkirina van cihan, ne tenê parastina dîrokê ye, lê di heman demê de ji bo kişandina bala geştiyarên biyanî û geşkirina aboriya herêmê gaveke stratejîk e."

Tê payîn ku piştî temambûna karên nûjenkirinê, Kenîseya Meryem El-Adra bibe yek ji navendên sereke yên geştiyariya dînî û çandî li parêzgeha Dihokê û bibe bîranîneke zindî ya pêkvejiyana olan li Kurdistanê.