Heyder Ebûdî: Di Îlonê de hêzên Amerîkî erkên xwe radestî artêşa Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ragihand, ew di cîbicîkirina bernameya xwe ya wezaretê de berdewam in û tekez kir ku divê hemû çek tenê di bin kontrola dewletê de bin. Herwiha aşkere kir ku di meha Îlona îsal de hêzên Amerîkî dê bi temamî ji Iraqê vekişin.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro 10ê Tebaxa 2026an di konferanseke rojnamevanî de destnîşan kir, divê hikûmet û hemû saziyên ewlehiyê di bin desthilata dewletê de bin û nabe ti aliyekî din serbixwe kontrola çekan bike.

Ebûdî aşkere kir, ew komên çekdar ên ku li derveyî çarçoveya fermî ya hêzên çekdar ên Iraqê ne, pêwîst e vegerin bin kontrola dewletê. Herwiha diyar kir, ev prose pêwîstiya wê bi diyalogeke kûr û giştgir heye. Ebûdî got jî: “Komên çekdar ligel hikûmetê di asteke bilind a hevtêgihîştinê de ne. Hikûmet biryardar e ku vê proseyê bidawî bike û bi berdewamî dişopîne.”

Derbarê vekişîna hêzên biyanî de, Berdevkê Hikûmetê tekez kir ku dema meha Îlona bê hatiye diyarkirin ji bo vekişîna hêzên Amerîkî. Ebûdî got: “Artêşa Amerîkayê dê erkên xwe radestî Artêşa Niştimanî ya Iraqê bike û di wê demê de tê payîn ku hemû çekên xwe jî radest bikin.”

Heyder Ebûdî ragihand, hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina bernameya xwe ya wezaretê ya 90 rojî de berdewam e. Armanca vê bernameyê ew e ku pêdiviyên dewletê û berjewendiyên welatiyan di vê qonaxê de werin dabînkirin û her tişt li ser rêçika xwe ya rast bimeşe.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ebûdî tekez kir ku hikûmet bi hemû şêweyan kar dike da ku li ser kêşeyên dîrokî yên li pêşiya dewletê biser bikeve û şiyana Iraqê xurt bike, da ku di nav rewşa nearam a navçeyê de karibe bersivên guncayî bide.