Daner Ebdulxefar: Serok Barzanî ji bo rûbirûbûna gendeliyê piştevaniya Zeydî kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê aşkere dike, Serok Barzanî di peywendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Iraqê re ragihandiye ku ew piştevaniya tam didin proseya li dijî gendeliyê û ti kes xwedî parêzbendiya qanûnî nîne. Herwiha ragihand, biryar e heftiya bê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê were şandin.

Berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê û endamê Lijneya Darayî Daner Ebdulxefar, îro 10ê Tebaxa 2026an bû mêvanê bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê û ragihand: Di destpêka operasyona rûbirûbûna gendeliyê de, Serok Barzanî bi telefonê ji Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re gotiye: "Wekî Herêma Kurdistanê em piştevaniya vê proseyê dikin; ti kes, çi li Kurdistanê çi li Iraqê be, ji kîjan alî û partiyê be, parêzbendiya wî nîne û lêpirsîn ligel tê kirin." 

Ebdulxefar da zanî jî, Elî Zeydî îro di civîna parlamentoyê de bi pêzanîn û geşbînî behsa vê pêdagirî û hevkariya Serok Barzanî kiriye.

Ebdulxefar diyar kir ku di civîna wan a îro ya ligel Serokwezîr de, bi berfirehî behsa pirsgirêk û qeyranên aborî, astengî û rêkarên çareserkirina qeyranan, mijara gendeliyê û bihevederçûna milkê giştî hatiye kirin. Wekî endamên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, wan daxwaz kiriye ku divê tevahiya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, li gorî bingehên destûrê werin çareserkirin û hemû rêkeftinên berê yên navbera her du hikûmetan werin cîbicîkirin.

Berdevkê firaksiyona PDKê li ser zarê Serokwezîr Elî Zeydî ragihand ku di mijara mûçeyan de, ti cudakarî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nayê kirin. Zeydî Wezareta Darayî raspartiye ku ti cudakariyê nekin û eger di hinardekirina petrolê de pirsgirêkên darayî jî hebin, divê para fermanberên Herêmê were şandin. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Darayî yê Iraqê bi fermî ragihandiye ku dibe heftiya bê mûçeyê Herêma Kurdistanê bê şandin.

Daner Ebdulxefar tekez kir jî, di civîna wan a vekirî ya îro de, ti gazindek ji Herêma Kurdistanê nehatiye kirin ku erkên xwe bicih neanîne; berovajî wê, aliyê Iraqî bi geşbînî li çareserkirina nêzîk a pirsgirêkan nêriye û niyeta wan a çareseriyê pir cidî ye.

Her wiha bal kişand ser mijara geşepêdanê ku Zeydî rûbirûbûna gendeliyê, wekî mezintirîn astengiya li pêşiya hikûmeta xwe pênase kiriye û ragihandiye ku ew dixwazin "Sindoqa Geşepêdanê" bi beşdariya çalak a welatên Kendavê, Amerîka û dewletên din ava bikin, da ku jêrxaneyên Iraqê ji nû ve ava bikin.

Di heman demê de, di civînê de Banka Navendî dilniyayî daye ku ji ber girtina tedbîrên pêwîst, ti metirsî li ser yedeka neqdî ya Iraqê û bihayê dînarê Iraqî nîne. Hikûmet bibiryar e li ser cîbicîkirina sê planên sereke: avakirina aboriyeke nû û pêşketî ji bo Iraqê, jinavbirina temamî ya gendeliyê di hemû saziyan de û vegerandina hemû çekan bo bin desthilata dewletê di çarçoveya saziyên ewlehiyê yên destûrî de.