Projeyasaya Çareseriyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de hat pejirandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM), projeyasaya bi navê "Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparçeyiya Civakî" piştî gotûbêjên dirêj bi piraniya dengan hat pejirandin û bû qanûn.
Ev qanûna ku di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê" de hatibû amadekirin, îro 10ê Tebaxa 2026an, di Civata Giştî ya Parlamentoyê de hat gotûbêjkirin. Piştî axaftinên nûnerên partiyên siyasî, dengdana elektronîk hat kirin.
Di dengdana ku ji bo pejirandina qanûnê hat kirin de, bi giştî 562 parlamenteran dengê xwe bikar anîn. Li gorî encaman:
- 468 parlamenteran dengê "Erê" da.
- 88 parlamenteran dengê "Na" da.
- 6 parlamenteran jî dengê "Bêalî" bikar anî.
Bi vê encamê, pêşnûmeya qanûnê ya "Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparçeyiya Civakî" ji parlamentoyê derbas bû û bi awayekî fermî bû qanûn. Tê payîn ku ev qanûn rê li ber gavên nû yên di çarçoveya çareseriyê û aramiya civakî de vebike.