Herêma Kurdistanê stargeha jiyana ajelên kûvî ye: 45 herêmên parastî hatine diyarkirin
Soran (K24) – Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hewlên wan ên ji bo parastina xwezayê û zêdekirina herêmên parastî berdewam dikin. Li gorî amaran, li Iraqê bi giştî 82 herêmên parastî hene ku 45 ji wan dikevin sînorê Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser wê yekê dike ku 45 herêmên parastî di Rêxistina Navdewletî ya Parastina Xwezayê (IUCN) de bi fermî werin qeydkirin. Bi vê pêngavê, rêjeya herêmên parastî li Kurdistanê dê bigihe ser %30î, ku ev yek wek bilindtirîn standarda cîhanî ya jîngehparêziyê tê hesibandin.
Rêveberê Jîngeha Soranê Hejar Mahir derbarê giringiya van herêman de ji Kurdistan24ê re got: "Li îdareya serbixwe ya Soranê, herêmên parastî yên wek Barzan û Helgurd-Sekran hene. Ev der di bin çavdêriya pîvanên navdewletî de ne. Parastina van herêman ne tenê ji bo jîngehê, lê ji bo balkişandina tûrîstên biyanî û wergirtina piştgiriya navdewletî jî gelek giring e."
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Herêma Kurdistanê, nemaze li devera Barzan û Soranê, ew ku welatiyên herêmê ajalên kûvî wek milkê xwe yê taybet diparêzin.
Tevrîn Sidqî ku welatiyeke ji devera Soranê ye, derbarê vê çandê de dibêje: "Dema ajalên kûvî tên nav baxçe û zeviyên me, em wek ajalên malî serederî bi wan re dikin. Parastina jîngehê ne tenê erkê hikûmetê ye; divê gel û civak jî di vî warî de xwedî rol bin. Ev jîngeh malê me hemûyan e."
Li gorî amarên fermî, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 410 cureyên ajal û balindeyên kêmpeyda dijîn. Di nav van de hirç, gur, bizinên kûvî, kew û gelek cureyên din ên ku li Iraqê kêm mane, li çiyayên Kurdistanê penagehek ewle dîtine.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya qanûna jîngehê ya jimare 9 a sala 2011an, cezayên giran li ser nêçîra qedexe daniye. Armanca sereke ew e ku xwezaya Kurdistanê bibe çavkaniyek sereke ya dahatê bi rêya geştiyariya jîngehê û navê Kurdistanê di qada navdewletî de wek herêmeke "kesk û dostê jîngehê" were naskirin.