Sîpan Şêrwanî: Pişka me 140 hezar bermîl benzîn e, ne 50 hezar
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê PDKê yê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand, ji bo zextê li hikûmeta federal bikin da ku krîza benzînê li Herêma Kurdistanê çareser bibe, îmzeya zêdetirî 130 parlamenteran hatiye komkirin. Şêrwanî her wiha gotinên Wezîrê Neftê yê Iraqê yên derbarê şandina benzînê de red kirin.
Endamê faksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî îro 11ê Tebaxê di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan yadaşteke fermî amade kiriye û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kirine.
Li gorî Şêrwanî, ev yadaşte pişta xwe bi madeyên 14, 111 û 121 ên Destûra Iraqê girê dide ku tekeziyê li ser wekheviya parêzgehan di dabeşkirina samanan de dikin.
Di yadaxteyê de du daxwazên sereke hene:
- Pişka petrola xav: Li gorî rêjeya nifûsê (14%), di şûna 50 hezar bermîlên niha de, divê rojane 140 hezar bermîl nefta xav ji bo parzûngehên Kurdistanê were dabînkirin.
- Dabînkirina benzînê: Hikûmeta federal rasterast benzîna amadekirî ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê bi bihayê dewletê dabîn bike.
Sîpan Şêrwanî bersiva Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed da ku gotibû, Bexda amade ye benzînê bişîne. Şêrwanî ev yek kir û got: "Ew gotinên di medyayê de tên kirin ne rast in. Ez bi xwe li Bexdayê çûm serdana rêveberên parzûngehan û kompanyayên dabeşkirinê. Iraq bi xwe rojane 5 milyon lître benzînê ji derve tîne, ji ber ku berhema wê ya navxweyî têra wê nake. Gelo çawa dikare benzînê bide me?"
Şêrwanî bang li wezîr kir û got: "Heger gotinên we rast bin, kerem bikin sibe 4 milyon lître benzîn an jî 50 hezar bermîl petrola xav bişînin."
Hefteya borî Wezîrê Petrolê Basim Mihemed ragihandibû, wezaretê pêşniyar kiriye daku 50 hezar bermîl nefta xav wergirin û hinarde bikin, li beramberî vê jî sotemeniyê bi bihayên fermî ji bo Herêmê dabîn bikin. Her wiha gotibû ku hikûmeta Herêmê xwastiye ku ew petrola xav li cem xwe bihêle û di parzûngehên xwe yên taybet de parzûn bike.