Şêrwanî: Me îmzeyên 166 parlamenteran bo çarekirina arêşeya benzînê kom kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku wan nivîsareka fermî bi îmzeyên zêdetirî 166 parlamenteran rasterast ji serokwezîr Elî Zeydî re şandiye, bi merema dîtina çareseriyeke bilez ji bo pirsgirêka benzînê li Herêma Kurdistanê.
Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî îro (Sêşem, 11ê Tebaxa 2026ê) ragihand ku bi armanca dîtina çareseriyeke guncayî ji bo pirsgirêka sotemeniyê û bi taybetî benzînê li Herêma Kurdistanê, wan karî îmzeyên zêdetirî 166 endamên parlamentoyê berhev bikin, ku ev yek piraniya reha ya parlamentoyê pêk tîne.
Sîpan Şêrwanî diyar jî kir ku bi rêya nivîsareke fermî ji Serokwezîrê Iraqê, wan daxwaz kiriye ku destwerdaneka bilez bê kirin û rêkarên pêdivî ji bo bidawîanîna pirsgirêka benzînê li parêzgehên Herêma Kurdistanê bên bicihanîn.
Wî endamê Lijneya Petrol û Gazê ron jî kir ku di wê nivîsarê de bi awayekî qanûnî daxwaz kiriye ku pişka Herêma Kurdistanê ji benzîna parzinandî yan jî petrola xav bê dabînkirin. Ev daxwaz li ser bingeha metnên destûrî û li gorî rêjeya şêniyên Herma Kurdistanê hatiye kirin, daku dadperwerî di belavkirina çavkaniyan de bê misogerkirin.
Sîpan Şêrwanî tekez jî kir ku ew li bendê ne serokwezîr bi erênî bersiva vê daxwaza parlamentoyî û cemawerî bide, bi armanca dabînkirina pêdiviyên bingehîn di kerta enerjiyê de.