Peyamnêrê K24ê: Êrîşî hêzên HSDê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşeke çekdarî ya ji nişkê li ser xaleke hevpar a leşkerî ya HSDê û artêşa Sûriyeyê li gundekê derdora Qamişloyê hat kirin, di encamê de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da û 2 şervanên din jî bi giranî birîndar bûn. Heta niha ti aliyekî berpirsyariya xwe ji vê bûyerê ranegihandiye û hêzên ewlehiyê ji bo girtina bikerên vê êrîşê operasyoneke berfireh dest pê kiriye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê Ekrem Salih îro (Sêşem, 11ê Tebaxa 2026ê) ragihand ku berî nêzîkî seetekê êrîşeke çekdarî ya ji nişkê ve li ser xaleke hevpar a ewlehî û leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê li gundê "Tewîl Herb"ê li derdora bajarê Qamişloyê li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir ku ew êrîş ji aliyê komeke çekdar a nenas ve hatiye kirin û di encama pevçûnê de 2 şervanan jiyana xwe ji dest daye û du şervanên din jî bi giranî birîndar bûne. Heta vê gavê ti alî an komeke çekdar bi fermî berpirsyariya xwe ji vê êrîşê re ranagihandiye.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat ya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê Helzwar Mîtanî piştrast kir ku bi sedema êrîşkirina li ser xaleke fermî ya hêzên Lîwaya Qamişloyê li gundê Tewîl Herbê li derdorê Qamişloyê, 2 şervanan jiyana xwe ji dest daye û 2 jî bi giranî birîndar bûne.
Helzwar Mîtanî eşkere jî kir ku ev êrîş ji aliyê komeke çekdar a nedestûrî û ji qanûnê derketî ve hatiye kirin. Wî tekez kir ku hêzên leşkerî li deverê di operasyonên lêgerîn û peydakirina tawanbaran de berdewam in, daku hemî rêkarên qanûnî yên pêdivî di derheqê wan de bi cih bînin.