Zeydî: Divê projeqanûnek bo kontrolkirina çekan bê amadekirin
Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî fermana amadekirina projeqanûnekê da, daku çek tenê di destê dewletê de bin. Wî ragihand ku metirsiya herî mezin li ser dewletê çekên bêdestûr in, ji ber ku ew serweriya qanûnê binpê dikin û rûmeta saziyên ewlehiyê lawaz dikin.
Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê, Elî Zeydî di wê civînekê de operasyon û rewşa ewlehiyê ya Iraqê, bizavên saziyên ewlehiyê di hemî pêkhateyan de ji bo sepandina aramiya sînoran û asmanê Iraqê di rûbirûbûna metirsiyan de, bi taybetî li bin ronahiya alozî û pêşhatên deverê, nîqaş kirin.
Di wê ragihandinê de hat diyarkirin jî ku Serokwezîrê Iraqê fermana amadekirina qanûnekê bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de li gorî rêkarên destûrî daye û gotiye: "Tiştê herî metirsîdar, ku gefê li dewletê dike, çekên bêdestûr û yên derveyî qanûnê ne; ji ber ku ew desthilata qanûnê hildiweşînin û rûmeta saziyên ewlehiyê kêm dikin."
Zeydî herwesa bal kişand ser giringiya bihêzkirina helwesta dewletê, serweriyê, saziyên destûrî û bilindkirina şiyanên saziyên leşkerî, daku aramiya navxweyî bê misogerkirin ku rasterast bi aramiya aborî, siyasî û ewlehiya welat ve girêdayî ye.
Serokwezîrê Iraqê herwesa tekez li ser pêdivîtiya hevahengiya temam di navbera desthilata bicihanînê û ya danana qanûnan de bo derxistina qanûnan û peydakirina piştevaniya qanûnî bo bernameyên pêşxistinê yên hikûmetê kir, û daxwaz kir ku civînên berdewam ligel Lijneya Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoyê bên lidarxistin.