Rûsyayê peyameke nû bi desthilatdarên Şamê re îmze kir
Navenda Nûçeyan - Piştî 18 mehan ji danûstendinên tund û peydabûna gumanan li ser paşeroja wan piştî ketina rejîma Esed, Wezareta Derve ya Rûsyayê îmzekirina yadaşteka hevfêmkirinê ligel Şamê ragihand, bo rêkxistina hebûna leşkerî ya Moskoyê li bingehên Himêmîm û Tertûsê û guhartina erkê wan bo navenda hevpar a perwerdeyê.
Medyaya fermî ya Rûsyayê îro (Sêşem, 11ê Tebaxa 2026ê) diyar kir ku ew lihevkirina di 9ê Tebaxê de ligel Sûriyeyê li ser karkirina bingehên wan li Himêmîm û Tertûsê hatiye îmzekirin, pêngaveka girîng e bo berdewamiya hevkariya leşkerî ya navbera her du aliyan. Çarenivîsa van bingehan piştî ketina rejîma Esed di Berçileya 2024ê de ketibû ber gumanê.
Li gorî wê lihevkirinê, pêvajoya rêkxistina hêzên Rûsyayê li beravên Sûriyeyê dest pê dike; bi awayekî ku dewleta Sûriyeyê birêvebirina hemî jêrxaneya sivîl werdigire, di serî de Balafirxaneya Himêmîmê û biyavê bazirganî yê çarê li bendera Tertûsê. Di derheqa saziyên leşkerî de jî, lihevkirin hat kirin ku erkê wan ji bingeha leşkerî bo "Navenda Hevpar a Perwerdeyê" bê guhartin.
Çavkaniyeke agahdar a Sûriyeyî ragihand ku parek ji hêzên Rûsyayê dê li van navendan bimînin. Rûsya, ku mafê penaberiyê dabû Esed û malbata wî, van her du bingehan wekî çavkaniya sereke ya parastina bandor û helwesta xwe ya cîyopolîtîk li Rojhilata Navîn, Deryaya Navîn û Efrîqayê dibîne, ji ber ku Tertûs yekane navenda çarekirina keştiyên Moskoyê di Deryaya Navîn de ye.
Ji aliyekî din ve jî, ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê (TASS) ragihand ku Moskowyê biryar daye navenda xwe ya çandî li Şamê, ku wekî "Mala Rûsyayî" tê nasîn, ji nû ve vebike, piştî ku şandeke Rûsyayî di çend rojên borî de danûstandinên girîng ligel berpirsên nû yên Sûriyeyê kirin.