Li Hewlêrê tankereke sotemeniyê şewitî û ajokar canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê tankereke sotemeniyê wergeriya û şewateke mezin derket. Di encama bûyerê de ajovanê tankerê canê xwe ji dest da.
Tankereke sotemeniyê li ser rêya Kerkûkê ya bajarê Hewlêrê wergeriya. Li gorî zanyariyan, tankera ku 36 hezar lître benzîn barkirî bû, piştî wergeriyanê agir girt û şewateke gelekî mezin derket.
Tîmên Parastina Sivîl yekser gihîştin cihê bûyerê da ku agir vemirînin.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd got:"Mixabin ji ber dijwariya agir û şewitîna sotemeniyê, ajovanê tankerê nekarî xwe rizgar bike û di nav agir de canê xwe ji dest da."
Şaxewan Seîd herwiha aşkere kir ku piştî hewildanên tîmên wan, agir bi temamî hatiye kontrolkirin. Berdevkî destnîşan kir ku tîman rê li ber agir girtine, da ku ziyan negihe avahî û malên derdorê û karesateke mezintir çênebe.