Li Neynewayê 37 term di 3 gorên bikom de hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Neynewayê di sê gorên bikom de, termên 37 kesan hatin dîtin. Tê gumankirin ku ev term yên wan Pêşmergeyan bin ku di şerê dijî DAIŞê de winda bûbûn.

Rêveberê Peymangeha Bijîşkî ya Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, Dr. Yasîn Kerîm ji Kurdistan24ê re ragihand, li sînorê parêzgeha Neynewayê sê gorên bikom hatine dîtin. Li gorî zanyariyan, ev gor li herêmên Hermatî 1 û Hermatî 2 yên li Mûsilê û li herêma Hewîceyê ne.

Dr. Yasîn Kerîm diyar kir, di gora li Hewîceyê de 17 term û di her du gorên Hermatî de jî nêzîkî 20 term hatine dîtin, ku bi giştî dike 37 term. 

Dr. Yasîn got jî: "Her çend şahidên li herêmê dibêjin ev term yên pêşmergeyan in, lê em wek saziyên fermî nikarin bêyî pişknîna DNAyê vê yekê pişrast bikin. Testa DNAyê lêçûneke zêde dixwaze û divê hikûmeta Iraqê vê budceyê dabîn bike."

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Serokê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî, Lîwa Seyîd Hejar eşkere kir, heta niha çarenivîsa 24 Pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de bêsereûşûn bûbûn, nayê zanîn.

Lîwa Seyîd Hejar tekez kir jî, Serok Mesûd Barzanî û serokatiya Herêm û hikûmetê bi hûrî û bi xemxurî vê dosyeyê dişopînin. Herwiha got:
"Em tîmên xwe dişînin her derê ku guman hebe gorên bikom lê hene. Armanca me ew e ku em bigihîjin encamekê û termên şehîdên xwe vegerînin hemêza niştiman."

Di dema êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê de bo ser Herêma Kurdistanê, hejmarek Pêşmerge di eniyên şer de winda bûbûn. Tevî ku sal di ser re derbas bûne, lê hewildanên saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo nasîna çarenûsa wan Pêşmergeyan berdewam e.