Herêma Kurdistanê daxwaza zêdekirina pişka petrola xav û benzînê ji Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê bi armanca çareserkirina krîza benzînê, zêdekirina pişka petrolê û amadekarî bo budceya 2027an, serdana Bexdayê dike.
Jêderekî ji Wezareta Samanên Sirûştî ji Kurdistan24ê re ragihand, di demeke nêz de şandeya wezaretê dê li Bexdayê bi berpirsên Wezareta Neftê ya Iraqê re bicive. Mijarên sereke yên vê serdanê krîza benzînê, zêdekirina pişka nefta xav ji bo parzûngehên Kurdistanê û şayisteyên darayî yên kompanyayên petrolê ne.
Wî berpirsê wezaretê diyar kir, wan daxwaz kiriye pişka petrola xav a ji bo Herêma Kurdistanê hatiye veqetandin, were zêdekirin. Niha tenê 50 hezar bermîl petrol ji bo parzûngehên Kurdistanê tên şandin, ku ev jî tenê %6ê pişka giştî ya Iraqê ye.
Wezareta Petrola Iraqê heta niha bersiva vê daxwazê nedaye û dibêje ev yek ne di destê wan de ye û divê Serokatiya Encûmena Wezîran biryarê bide. Şandeya Kurdistanê dixwaze ev pişk li gorî nifûsê were sererastkirin û bibe 140 hezar bermîl.
Ev serdan ne tenê ji bo benzînê ye; şande dixwaze mijarên berhemhênan û lêçûnên neftê bi awayekî bingehîn di nav reşnivîsa Yasaya Budceya 2027an a Iraqê de cih bike. Bi vê yekê tê xwastin ku kêşeyên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi qanûnî werin çareser kirin.
Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî pêştir ragihandibû, wan îmzeya zêdetirî 130 parlamenteran kom kiriye, da ku zextê li ser hikûmeta navendî bikin.
Şêrwanî destnîşan kir ku li gorî madeya 14, 111 û 121 ên Destûra Iraqê, divê di dabeşkirina samanan de wekhevî hebe. Wan du bijarde dane pêşiya Bexdayê:
- Dabînkirina 140 hezar bermîl petrola xav ji bo parzûngehên Kurdistanê (Li gorî rêjeya nifûsê %14).
- Dabînkirina benzîna amadekirî bi awayekî rasterast ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê.