Balafireke cengî ya Tirkiyeyê ket

Balafireke F-16 ya Tirkiyeyê
Balafireke F-16 ya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke wan a cengî ya F-16 di dema firîna perwerdeyê de li parêzgeha Yalovayê ket û balafirvanê wê bi rêya bazdanê ji mirinê rizgar bû. 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, balafireke wan a cengî ya F-16 di dema firîna perwerdeyê de li parêzgeha Yalovayê ket û balafirvanê wê bi rêya bazdanê ji mirinê rizgar bû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di beşeke din a ragihandina xwe de behsa wê yekê jî kir ku sedema têkçûna wê balafirê piştî lêkolîneke berfireh dê bê diyarkirin.

Her li ser wê rûdanê Parêzgarê Yalovayê Ehmed Hemdî Usta ragihand ku ew balafir di dema firîna perwerdeyê de têk çû lê balafirvanê wê bisilamet e. Behsa wê yekê jî kir ku rasterast piştî rûdanê, hejmareke zor ji tîmên hawarçûnê û tenduristiyê gihîştine cihê wê rûdanê.

Li gorî çavkaniyên navxweyî, devera ketina wê balafirê yekser hat dorpêçkirin, daku tîmên lêkolînê pişkinînên xwe bikin û sedema wê rûdanê destnîşan bikin.

Balafirên cengî yên F-16 pareka giring a Hêza Asmanî ya Tirkiyeyê pêk tînin, gelek caran li bingehên asmanî bo firîna perwerdeyê û erkên leşkerî tên bikaranîn.