PDK û Hevpeymaniya Ezim li Bexdayê civiyan
Navenda Nûçeyan - Berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Ezim li Bexdayê civiyan û di wê civînê de guhartinên dawî yên qada siyasî û giringiya berdewamiya hevahengiya navbera aliyan nîqaş kirin.
Şandeke Desteya Serkirdetiya Hevpeymaniya Ezim îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, li Bexdayê serdana Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) kir û ji aliyê Berpirsê Navendî yê Serkirdetiya PDKê Hoşyar Zêbarî ve hat pêşwazîkirin.
Di ragihandina Hevpeymaniya Ezim de hatiye diyarkirin ku di wê civînê de pêşveçûnên dawî yên qada siyasî û çend pirsên nîştimanî yên ji bo her du aliyan giring hatin nîqaşkirin û dîtin û nerîn li ser guhartinên qonaxa niha hatin guhartin, herwesa tekez li ser giringiya berdewamiya peywendî û hevahengiya navbera hêzên siyasî jî hat kirin.
Her di wê civînê de, behsa çend dosyayên girêdayî rewşa giştî ya Iraqê hat kirin û amaje bi giringiya serîlêdana bo danûstandin û hevfêmkirinê bo çareserkirina arêşeyan jî hat kirin, bi awayekî ku piştevaniya saziyên dewletê bike, aramiya welat bihêz bike û xizmeta berjewendiya giştî bike.