Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hûrgiliyên qanûna helweşandina PKKê eşkere kirin

Numan Kurtulmuş
Numan Kurtulmuş

Navenda Nûçeyan - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku ew qanûna bo helweşandina PKKê hatiye amadekirin pêngaveke dîrokî ye bo aştiyê û çespandina biratiyê, lê tekez jî kir ku ew qanûn "ne lêborîna giştî ye" û serkirdetiya bilind a PKKê venagire.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, ragihand ku ev qanûn bo bidawîanîna terorê û çespandina biratiyê li Tirkiyeyê pêngaveke dîrokî ye. Wî diyar jî kir ku di naveroka qanûnê de ti hevokek nîne ku zirarê bide serweriya nîştimanî, yekparçeyiya axa Tirkiyeyê û pêkhateya dewleta yekgirtî.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ron jî kir ku di madeya yekê ya qanûnê de serkirdetiya bilind a PKKê bi zelalî jê hatiye derxistin û tekez kir ku ev qanûn ne lêborîna giştî ye, belkî qanûneke demkî û serbixwe ye ku bi temamî girêdayî pêvajoya helweşandina rêxistina PKKê ye.

Di derheqa rola saziya danîna qanûnan de, Kurtulmuş behsa wê yekê kir ku Parlamentoya Tirkiyeyê di hemî qonaxan de dê çavdêr be û bo vê meremê jî lijneyeka taybet tê pêkanîn. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku armanca sereke ya wê qanûnê parastina "rûmeta Kurdan û serbilindiya Tirkan" e, bêyî ku piştevaniya ti cudahiyeka neteweyî bê kirin.

Di dawiya axaftina xwe de jî, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê amaje bi qonaxa piştî helweşandina PKKê kir û got: "Pêdivîtiya me bi nivîsîna destûreke nû, sivîl, azadîxwaz û nîştimanî heye; niha jî rewa siyasî ya Tirkiyeyê bo vê pêngavê guncayî ye û welat piştî binbirkirina şer û aloziyan pêdivîtî bi guhartina bingehîn heye."

Perlamentoya Tirkiyeyê li roja Duşemê, 10ê Tebaxa 2026ê, piştî danûstandinên berfireh, projeqanûna "Bihêzkirina piştevaniya nîştimanî û hevgirtina civakî" xist dengdanê. Ji nav 562 perlemanterên amadebûyî, 468 perlemanteran dengê "belê" da projeyê, 88 perlemanteran jî dengê "nexêr" da û şeş dengên bêalî (vala) jî hebûn.

Pejirandina vê qanûnê piştî salekê ji karê berdewam ê Komisyona Pêvajoya Çareseriyê tê, ku tê de guhdariya nêzîkî 140 kesatiyan hatibû kirin û çend civînên taybet hatibûn kirin. Ev projeqanûn ji 12 madeyan pêk dihat û li bin navê "Pêşniyara qanûna bihêzkirina piştevaniya nîştimanî û hevgirtina civakî" hatibû pêşkêşkirin.