Zeydî: Vekişîna Hevpeymanan ji Iraqê biryara dawiyê ye
Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê serokatiya civîneke girîng a Encûmena Wezarî bo Ewlehiya Nîştimanî kir, bi merema nîqaşkirina pêşveçûnên herêmî û bihêzkirina aramiya navxweyî.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, serokatiya civîna Encûmena Wezarî bo Ewlehiya Nîştimanî kir.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nu'man di ragihandinekê de diyar kir ku di wê civînê de rewşa deverê û pêşveçûnên tê de diqewimin hatin nîqaşkirin, herwesa tekez li ser giringiya avêtina pêngavên pêdivî bo parastina berjewendiyên bilind ên Iraqê û çespandina prensîbên aramiyê hat kirin.
Li gorî wê ragihandinê, di wê civînê de Zeydî tekez li ser giringiya bihêzkirina serweriya qanûnê, pêşxistina saziyên ewlehî û leşkerî, û çespandina aramiya aborî û civakî kir, bi awayekî ku parastina rûmeta dewletê û bihêzkirina baweriya welatiyan bi saziyên fermî misoger bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê careke din tekez kir ku biryara bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê di 30ê Îlona bê de dîroka dawiyê ye û ti vegereke wê nîne. Her wiha bal kişand ser bicihanîna bilindtirîn asta planên ewlehiyê, piştevanîkirina aramiya navxweyî û misogerkirina serweriya nîştimanî.