Kuweytê plana DAIŞê ya li ser saziyeke hestyar pûç kir
Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Kuweytê pûçkirina planeke rêxistina terorîstî ya DAIŞê ragihand, ku dixwest yek ji saziyên hestyar ên wî welatî bike armanc.
Wezareta Navxwe ya Kuweytê îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, di ragihandinekê de eşkere kir ku dezgehên ewlehiyê yên girêdayî wê kariye planeke terorîstî pûç bike.
Wezareta Navxwe ya Kuweytê herwesa ragihand ku merema DAIŞê ew bû yek ji saziyên hestyar ên wî welatî bike armanc, her wiha welatiyekî girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞê jî berî bicihanîna plana wî desteser kiriye.
Li gorî wê ragihandinê, lêkolînan eşkere kiriye ku "ew tometbar li ser çêkirina teqemenî û dronan hatiye perwerdekirin û dorenk jî bi merema bikaranîna wê di bicihanîna plana xwe ya terorîstî de bo ser yek ji saziyên girîng çê kiriye."