Li parêzgeha Dihokê 126 embarên sarker ên helgirtina berhemên navxweyî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêsankariyên Hikumeta Herêma Kurdistanê di dana destûriyan û kêmkirina rotînê de bûne sedem ku hejmara embarên sarker ên helgirtina berhemên navxweyî bi awayekî berçav li parêzgeha Dihokê zêde bibin, bi awayekî ku li sala 2019ê tenê 20 embarên sarker ên helgirtina berhemên navxweyî li parêzgeha Dihokê hebûn, lê niha hejmara wan ji 100 embaran derbaz bûye. Ev jî yek ji rêyên serkeftî yên bazarkirina berhemê navxweyî ye.

Rêdîr Mihemed şeş embarên sarker ava kirine û bi kirê dide cotkaran. Van embaran ne tenê dahatek bo wî dabîn kiriye, belkî berhemê cotkaran jî ji wêranbûnê parastiye. Ew pesna hêsankariyên Hikumeta Herêma Kurdistanê di rêkarên dana destûriyan û kêmkirina rotînê de dike, ku bo avakirina van embaran bûne piştevan.

Li sala 2019an tenê 20 embarên sarker bo helgirtina berhemê navxweyî li parêzgeha Dihokê hebûn, lê niha hejmara wan gihîştiye 126 embaran li seranserê parêzgehê. Ev parek ji stratejiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, bo dabînkirina jêrxaneyeke bihêz bo parastin û berbazarkirina berhemê navxweyî yê cotkaran.

Li van embaran berhemê navxweyî yê cotkaran tê embarkirin û ji wêranbûnê tê parastin, heta ku di bazarê de tê firotin, ku pareke mezin ji wan jî berhemê petatan e û bo bazaran tê şandin. Li vê parêzgehê her sal nêzîkî 250 hezar tonên berhemên navxweyî bo başûr û naverasta Iraqê û derve tên şandin, berî şandina wan jî li van embaran tên parastin.