Nuceba: Em bi ti awayî çekên xwe radestî dewletê nakin
Navenda Nûçeyan - Berdevkê Tevgera Nucebayê ya Iraqê ragihand ku tevgera wan bi ti awayî çekên xwe radestî dewletê nake, herwesa got ku pirsa komkirina çekan planeke Amerîkayî-Îsraîlî ye li dijî hêzên Miqawemeya Îslamî.
Berdevkê Tevgera Nucebayê ya Iraqê Husên Elî Mûsewî Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, di hevpeyvînekê de li gel kanala "Russia Today" diyar kir ku pirsa sînordarkirina çekan di destê dewletê de tenê çekên Eniya Miqawemeya Îslamî dike armanc, ev jî bi ferman û daxwaza Amerîka û Îsraîlê ye.
Mûsewî tekez jî kir ku tevgera wan bi ti awayî çekên xwe radest nake. Her wiha got: "Pirsa destseserkirina dronan, ku ji aliyê aliyên fermî ve hatibû ragihandin, şanoyeka çêkirî ye û ti rastiyek tê de nîne."
Berdevkê Tevgera Nucebayê tekez jî kir ku "nêzîkî 15 hezar çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê hene, ku xwediyê çekên navîn û giran in."
Navborî di dawiyê de jî got ku lihevkirinên aborî yên navbera Bexda û Waşintonê Iraq ji qonaxa dagirkirina leşkerî veguhastiye qonaxa dagirkirina aborî.