Hewlêr: Em bo danûstandinên girêdayî sotemeniyê ligel Bexdayê amade ne
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê di ronkirinekê de bersiva daxuyaniyên Wezîrê Petrolê yê Iraqê da, amadebûna Herêma Kurdistanê bo destpêkirina danûstandinan li ser dabînkirina sotemeniyê bi nirxê piştevanîkirî nîşan da û tekez jî kir ku lihevkirina 50 hezar bermîlan ne bi daxwaza Herêma Kurdistanê bûye.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê (bi wekalet) Kemal Mihemed Salih îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, di ronkirinekê de bersiva daxuyaniyên Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Iraqê Basim Mihemed da, ku tê de ragihandibû ku ew amade ne benzîna pêdivî bo Herêma Kurdistanê dabîn bikin, heke Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan 50 hezar bermîlên petrola bo bikaranîna navxweyî radest bike.
Di wê ronkirinê de hatiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem daxwaza dadperweriyê di belavkirina berhemên petrolî de kiriye û li gorî hemî pîveran jî, pişka rastîn a Herêma Kurdistanê di petrola xav de bo bikaranîna navxweyî zêdetirî du qatî vê rêjeya niha ye.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî diyar jî kir ku diyarkirina 50 hezar bermîlan bo bikaranîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê tenê encama lihevkirineke demkî bûye û bi ti awayî bi daxwaz û xwesteka aliyê Herêma Kurdistanê nebûye.
Navborî tekez jî kir ku berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê di ser her tiştî re ye, ji ber wê yekê jî heke Wezareta Petrolê ya Federal amade be ku diyalogê li ser dabînkirina hemî cûnên sotemeniyê bi nirxê piştevanîkirî û li gorî rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê bike, ew bi liberçavwergirtina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê amade ne bo danûstandinan, daku pişka rastîn û dadperwerane ya Herêma Kurdistanê mîna hemî deverên din ên Iraqê bê diyarkirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî pesna helwesta hejmara wan perlemanteran kir ên ku di Parlamentoya Iraqê de daxwaza dadperweriyê û zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê ji petrola xav bo bikaranîna navxweyî kiribû.