Zeydî: Em rê nadin asmanê welatê me ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand, ew rê nadin ti kesî ku asmanê welatê wan bibezîne. Zeydî herwiha peyamek da welatên cîran û got: "Em rê nadin xak an jî asmanê Iraqê li dijî cîranan were bikaranîn."
Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, berbangê îro danê sibê serdana Navenda Operasyonan a Fermandariya Bergîriya Asmanî kir, daku ji nêzîk ve sîstemên parastinê û amadebaşiya hêzan bişopîne.
Di vê serdanê de, plana stratejîk a salên 2026 heta 2031ê ya ji bo pêşxistina şiyanên bergîriya asmanî hat gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîr, hikûmet dê giringiyê bide nûkirina sîstemên radarê, çavdêrî, çek û sîstemên ferman û kontrolê daku sîstemeke bergîriya nîştimanî ya temamger were avakirin.
Serokwezîr Zeydî di civîna bi efserên payebilind re got: "Bergîriya asmanî mertala asmanê Iraqê û xeta yekem a parastina serweriya welat e. Avakirina hêzeke çekdar a bihêz, bingeha sereke ye daku welat bikaribe biryarên xwe yên siyasî û serbazî bi serbixweyî bide."
Elî Zeydî tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin asmanê Iraqê were binpêkirin. Her wiha peyameke zelal arasteyî welatên navçeyê kir û got: "Em rê nadin xak an jî asmanê Iraqê bibe cihê destpêkirina êrişan bo ser welatên cîran."
Di dawiya serdana xwe de, Fermandarê Giştî ferman da ku hemû pêdiviyên teknolojîk û şerî yên Fermandariya Bergîriya Asmanî werin dabînkirin. Armanc ew e ku piştî vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, artêşa Iraqê di asta herî bilind a amadebaşiyê de be daku bikaribe bi serê xwe serweriya asmanê welat biparêze.