Kompanyaya DNO: Em hewl didin asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Tawke zêde bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya petrol û gazê ya Norwêcî (DNO) ragihand, piştî rawestandina demkî ya ji ber aloziyên navçeyê, ew hewl didin asta berhemhênana petrolê li Herêma Kurdistanê bigihînin asta berî krîzê.
Kompanyaya DNO ya Norwêcî encamên xwe yên darayî yên çarîka duyem a sala 2026an aşkere kirin. Li gorî raporê, dahata kompanyayê gihîştiye 761 milyon dolarî, ku ev yek li gorî çarêka pêşîn %21 zêde bûye.
DNOyê destnîşan kir, zêdebûna berhemanînê li kêlgehên Deryaya Bakur û bilindbûna bihayê petrolê li bazarên cîhanê, bandora rawestandina berhemanînê ya li Herêma Kurdistanê bi temamî qerebû kiriye.
Da zanîn jî, qezencê kar 439 milyon dolar, bi rêjeya %55 zêde bûye. Herwiha qezencê safî jî, 83 mîlyon dolar, bi rêjeya %65 zêde bûye.
Berhema rojane ya kompanyayê gihîştiye 88 hezar û 400 bermîlan. Ji vê yekê, 84 hezar û 900 bermîl li Deryaya Bakur û tenê 300 bermîl li Herêma Kurdistanê hatine berhemanîn.
Kompanyayê aşkere kir, di dawiya meha Sibata borî de, wekî rêkareke parastinê ji ber êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, wan karên kolan û berhemanînê li kêlgeha "Tawke" rawestandibûn.
Lê belê di dawiya meha Hezîranê û nîvê meha Tîrmeha borî de, DNOyê li kêlgehên Tawke û Pêşabûrê dîsa dest bi berhemanînê kiriye, daku asta berhemanînê bigihîne rewşa xwe ya asayî.
Heta ku rêyên hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê werin vekirin, DNO pişkên xwe yên petrolê di bazara navxweyî de bi bihayê di navbera 35 heta 39 dolaran (bo her bermîlekê) difroşe.