Hejîrê Bênatî daket bazarên Dihokê: Daxwazeke mezin li ser e

Dihok (K24) – Hejîrê Bênatî ku wekî ‘Paşayê Hejîran’ tê naskirin, daket bazarên Dihokê. Cotkar û firoşyar didin zanîn ku tevî bihayê wê yê bilind jî, welatî herî zêde daxwaza vî berhemê navxweyî dikin.

Bi gihîştina werzê hejîran re, ‘Hejîrê Bênatî’ ku li baxçeyên derdora Rûbarê Dihokê şîn dibe, ji ber tam û kalîteya xwe ya taybet di nav milet de xwedî navûdengiyeke mezin e.

Cotkar Azad Seîd dibêje: “Hejîrê Rûbarê Dihokê, nemaze cureyê ‘Bênatî’, li seranserê herêmê naskirî ye. Ev hejîr bi tam û şîrîniya xwe ya zêde ji cureyên din cuda dibe. Sedema sereke jî ax, av û keşûhewaya guncayî ya derdora rûbar e ku vî rengê taybet dide hejîrê me.”

Li bazarên meywe û keskatiyê yên Dihokê, ‘Hejîrê Bênatî’ her tim li rêza pêşîn tê danîn. Firoşyar Nîwar Sedîq destnîşan dike ku mişterî bi taybetî li vî berhemî dipirsin û got: “Hejîrê Dihokê gellekî daxwazkirî ye. Tevî ku meyweyên ji derve hatî jî hene, lê xelk bi dilxweşî Hejîrê Bênatî dikire. Heger ev hejîr li ser maseyê firotanê hebe, mişterî berê xwe nade ti cureyên din. Em dikarin bibêjin ku ew di bazara me de wekî paşa ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca parastina berhemên navxweyî û piştgirîkirina cotkaran, bacên giran xistiye ser meyweyên ku ji derve tên hawedekirin. Ev pêngav bûye sedem ku cotkarên Dihokê bi coşeke mezintir karên xwe bikin û berhemên wan di bazarê de bi bihayekî hêja werin firotin.