Îran: Bêyî destûra me ti keştî nikarin di Tengava Hurmizê re derbas bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya ya Îranê ragihand Tengava Hurmizê di bin kontrola wan a tam de ye û ji bo derbasbûna her keştiyekê, divê destûr ji Îranê were girtin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya ya ser bi Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfeqarî, îro 13ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyek de ragihand, ti keştiyeke bazirganî yan jî tankereke petrolê bêyî destûr û çavdêriya hêzên çekdar ên Îranê nikare bi awayekî ewle di tengavê re derbas bibe. Herwiha got ku daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê "asayîbûna trafîka deryayî" de dûrî rastiyê ne.
Zulfeqarî bal kişand ser amadebaşiya hêzên xwe û go: "Hêzên me çavdêriya her cure liv û tevgerên li herêmê dikin. Ji bo parastina serweriya nîştimanî ya welatê xwe, em amade ne bersiva her gefekê bidin. Bersiva me ya ji niha û pê ve dê ji ya berê pir tundtir be."
Ev daxuyaniya Îranê piştî peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump hat. Trump, roja 10ê Tebaxê ragihandibû ku Tengava Hurmizê niha vekirî ye û di bin kontrola tam a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de ye.
Trump diyar kiribû ku wan hemû mînên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn çandin paqij kirine û gotibû: "Me dorpêçeke pir tund daniye ser vî welatî. Em tenê destûrê didin wan keştiyên ku berê wan ne li Îranê ye, derbas bibin."
Tengava Hurmizê wekî "dilê aboriya cîhanê" tê naskirin û ji sedî 20ê petola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.