Mezlûm Ebdî: Me bilezkirina pêvajoya têkelkirinê bi Şamê re nîqaş kir

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku li gel Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê û Fermandarê Feyleqa Duyê civiyaye û rewşa ewlehiya parêzgeha Hesekê, dosyeya koçberan û pêvajoya yekxistinê pê re nîqaş kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê belav kir ku wî pêşwazî li Nûnerê Serokatiya Sûriyeyê Ziyad Ayeş û Fermandarê Feyleqa Duyê Ewad Casim kiriye.

Ebdî diyar jî kir ku di wê hevdîtinê de gelek dosyeyên giring ên girêdayî ewlehî û aramiya parêzgeha Hesekê hatine nirxandin; ji wan jî çareserkirina binpêkirinên li ser saziyên dewletê, dosyeya welatiyên sivîl ên koçber û bilezkirina pêvajoya yekxistinê.

Di pareke din a peyama xwe de, Mezlûm Ebdî tekez kir ku di wê civînê de gihîştine hejmareke çareseriyan û atmosfereke erênî û pêngavên cidî ber bi çareserkirina van dosyeyan ve avêtine, bi awayekî ku di xizmeta ewlehî û aramiya parêzgeha Hesekê de be.