Li Hewramanê Festîvala Berhemên Xwemalî dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li seyrangeha Ehmedawayê, festîvaleke taybet ji bo berhemên xwemalî û çandî yên devera Hewramanê hat destpêkirin, ku armanc jê dîtina bazarê û piştevanîkirina cotkaran û jinên destrengîn e.

Di nav dîmenên balkêş ên seyrangeha Ehmedawayê de, Festîvala Berhemên Xwemalî bi pişkdariyeke berfireh dest pê kir. Di festîvalê de gelek berhemên vê demsalê yên Hewramanê hatine nîşandan, ku hejîr di ser hemiyan re ye. Pişkdar ji bajarên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî hatine û tekezê li ser girîngiya berdewambûna çalakiyan bi vî rengî dikin.

Behar Kerîm, ku yek ji pişkdarên festîvalê ye û ji bajêrê Sineyê hatiye, dibêje: "Min gelek fêkiyên hişkkirî û xweşkirî anîne, ku hemî berhemên destên min bi xwe ne. Ev festîval ji bo me derfetên gelek baş in, da ku em karên xwe bidin nasîn."

Her wiha Semîre Mihemedî jî, ku bi kincên kurdî û karên destî xwe pişkdar bûye, balê dikişîne ser wê yekê ku ew û çend kesên din bi hev re wan kincan didirûn. Tekez jî kir ku ev festîval ji bo firotin karên wan palderekî baş e.

Berpirsê Rêkxistinê yê Festîvalê Baba Senan li ser hûrgiliyên vê çalakiyê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Armanca me ya sereke peydakirina bazarê û firotina keda cotkar û jinên destrengîn e. Di vê festîvalê de, 150 pişkdaran berhemên xwe nîşan dane.” Eşkere jî kir ku biryar e ev festîval ji bo dema sê rojan berdewam bibe.

Ev festîval tenê xwarin û vexwarinê venagire, belku gelek kelûpelên çandî û karên destî jî tê de hatine nîşandan. Tê çaverêkirin ku di dema van sê rojan de, bi hezaran geştyar serdana Ehmedawayê bikin, ji bo dîtina dîmenan û kirîna berhemên xwemalî.