Navê Sîpan Hemo ji 'Lîsteya Sor' a Tirkiyeyê hat derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku wekî Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê dest bi kar kir, navê endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo ji lîsteya daxwazkiriyan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê hat derxistin.
Sîpan Hemo, ku pêştir yek ji fermandarên bilind ên HSDê bû, di 10ê Adara 2026ê de wekî Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê dest bi kar kir.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku di 29ê Berçileya eynî salê de, hikûmeta Şamê û HSD ji bo agirbestê û têkelkirina qonax bi qonax a hêzan di nav artêşa Sûriyeyê de gihîştin lihevkirinekê.
Li gorî agahiyan, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê navê Sîpan Hemo ji "Lîsteya Sor" a terorê derxistiye. Navborî pêştir bi navê "Semîr Aso" di bingeha agahiyan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de wekî kesekî daxwazkirî hatibû tomarkirin, lê niha navê wî di wê lîsteyê de nemaye.
Tirkiyeyê pêştir 20 milyon lîre wekî xelat diyar kiribûn, ji bo her kesekê ku agahiyan li ser Sîpan Hemo bide wan an jî di girtina wan kesan de yên ku navên wan di "Lîsteya Sor" de heye alîkar be.
Ev pêşveçûna nû di demekê de ye ku guherîn di peywendiyên navbera aliyan de li navxweya Sûriyeyê çê dibin û Sîpan Hemo wekî Nûnerê HSDê postekî bilind di nav Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de wergirtiye.