Serok Barzanî sersaxî ji malbata Nehla Reûf re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ji ber wexera dawiyê ya Nehla Reûf, ku hevjîna fermandarê navdar ê Kurdistanê yê wexerkirî Mistefa Nêrweyî ye, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî îro Înî, 14ê Tebaxa 2026ê, ji ber wexera dawiyê ya Nehla Reûf, ku hevjîna fermandarê navdar ê Kurdistanê yê wexerkirî Mistefa Nêrweyî ye, peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama serok Barzanî
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeka zê ve, me xebara wexera dûmahiyê ya Xudêjêrazî Nehla Reûf, hevjîna fermandar û Pêşmergeyê qehreman Xudêjêrazî Mistefa Nêrweyî, bhîst.
Bi vê helkefta xembar, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan re dixwazim û xwe hevpişkê xema wan dizanm.
Xudayê mezin canê wê bi beheşta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
14ê Tebaxa 2026ê