Li Balakayetiyê cara yekem e Tiriyê ‘Yaqûtî’ yê dirêj hat berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarekî li devera Balakayetiyê, cara pêşîn cureyekî taybet ê tirî bi navê "Tiriyê Yaqûtî" bi serkeftî çand. Ev tirî bi dirêjahî û bêdendikbûna xwe balê dikişîne û beriya tiriyên herêmî digihîje.

Li gundê Saya yê ser bi devera Balakayetiyê, cotkarê bi navê Eyûb Hesen piştî çar salan ji ceribandinê, berhema tiriyên xwe yên bi navê "Yaqûtî" berhev kir. Ev cureyê tirî ku her hebikeke wê nêzîkî 5 santîmetreyan dirêj e, wekî yekemîn ezmûna bi vî rengî li ser asta Kurdistan û Iraqê tê hesibandin.

Cotkar Eyûb Hesen, ku li ser rûberê 4 donim zevî ev rez çandiye, diyar kir ku ev berhem ji aliyê kalîte û mîktarê ve gelekî baş e. Herwiha got: "Nêzîkî çar sal in min ev rez çandiye. Berhemeke pir serkeftî ye. Rast e li ciyên din jî dibe ku hebe, lê ez yekem cotkar im li ser asta Kurdistan û Iraqê ku li ser rûberê 4 doniman tenê 'Tiriyê Yaqûtî' çandiye. Heke min bawerî bi serkeftina wê neanîna, min ewqas mesref lê nedikir."

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê tiriyê, bêdendikbûna wê û dirêjiya hebên wê ye. Herwiha ev cure beriya tiriyên xwemalî (wek tiriyê reş) digihîje û derbasî bazarê dibe, ku ev yek ji bo cotkar dibe fersendeke baş a aborî.

Rêveberê Çandiniyê yê Çomanê Dilşad Husên, serkeftina vê projeyê wekî dewlemendiyeke ji bo çandiniya herêmê nirxand û got: "Li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê zêdetirî 200 cureyên tirî hene. Cotkarên me niha cureyên nû diceribînin. Ev tiriyê Yaqûtî berhemeke şaz û kêmpeyda ye. Em wek rêveberî piştgiriyê didin cotkarên ku cureyên nû û bi kalîte berhem tînin, ji ber ku ev yek dahata wan zêde dike."

Devera Balakayetiyê bi ax û keşûhewaya xwe ya guncav ji bo rezvaniyê tê naskirin. Pisporên çandiniyê bang li cotkaran dikin ku berê xwe bidin cureyên wiha yên modern ku hem li bazarên navxweyî hem jî yên derve daxwazeke mezin li ser heye.