Li avên Iraqê toreke qaçaxçîtiya madeyên hişbir hat têkbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, wan operasyoneke serkeftî li dijî toreke navdewletî ya madeyên hişbir pêk aniye. Hat diyarkirin ku ev yekem car e operasyoneke bi vî rengî li nav avên herêmî yên Iraqê tê encamdan.

Wezareta Navxwe ya Iraqê îro 15ê Tebaxê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku "Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişbir", bi hevahengiya "Rêveberiya Istîxbarata Serbazî" û "Fermandariya Hêzên Deryayî", toreke navdewletî ya metirsîdar a qaçaxçîtiya madeyên hişbir têk biriye.

Li gorî daxuyaniyê, di encama vê operasyonê de sê tawanbar hatine girtin ku yek ji wan biyanî ye. Herwiha dest hatiye danîn ser 90 kîlogram madeyên hişbir ên ji cureyê "heşîş" û du belemên ku ji bo qaçaxçîtî û veguhastina madeyan dihatin bikaranîn.

Wezaretê diyar kir, mefrezeyên wan ji baregeha deryayî ya "Um Qesr"ê bi rê ketine û operasyonê 16 saetan dewam kiriye. Hat ragihandin ku ev serkeftin piştî çavdêriyeke hûr û kûr a çend rojan li ser tevgera qaçaxçiyan li sînorên avî yên Iraqê pêk hatiye.