Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî yê Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Tebaxê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî û şandeya pê re kir. 

Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de derbarê rewş û pêşhatên herî dawî yên ewlehî û siyasî yên herêmê de nêrîn hatin pevguhartin. Di civînê de bal hate kişandin ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di warê dabînkirina aramiyê û rûbirûbûna eger û gefan de.

Ji aliyê xwe ve, Nivîsgeha Şêwirmendiya Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di hevdîtinê de, Serok Barzanî û Qasim Ebûdî rewşa navxwe ya Iraqê, geşedanên herî dawî yên li herêmê û mijarên li ser asta navdewletî guftûgo kirine. Her du aliyan tekezî li ser berdewambûna hevahengî û hevkariya navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha bal kişand ser mijarên din ên gotûbêjan ên wekî kontrolkirina sînoran, parastina aramî û ewlehiyê, bihêzkirina hevkariyên ewlehiyê, pevguhartina agahiyan ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiyê û têkoşîna dijî terorê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Qasim Ebûdî gotiye: "Hikûmeta federal li ser parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û hemû navçeyên Iraqê bi biryar e."

Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî îro bi serokatiya şandeyeke bilind a ewlehiyê gihîşt Hewlêrê.

Biryar e şande piştî hevdîtina bi Serok Barzanî re, bi berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re jî bicive û gelek dozên ewlehiyê gotûbêj bike.