Projeya girêdana rêyên 120 û 150 metreyî li Hewlêrê digihîje qonaxa dawî
Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya rêya 60 metreyî ya ku her du rêyên bazneyî yên 120 metreyî û 150 metreyî li Hewlêrê girê dide, gihîştiye qonaxeke pir baş. Tê payîn ku di meha Mijdarê de bi temamî biqede û bikeve xizmeta welatiyan.
Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî îro 15ê Tebaxê ji Kurdistan 24ê ragihand, karên di projeya rêya 60 metreyî de bi lez berdewam dikin. Ev rê wekî şaneke stratejîk a trafîka bajêr tê hejmartin.
Karzan Hadî diyar kir, dirêjiya vê rêyê 5 kîlometre ye û bi budceya 36 milyar dînarî li ser hesabê Wezareta Şaredariyan tê cîbicîkirin.
Hadî derbarê rêjeya qedandina projeyê de wiha got: "Heta niha 65%ê karên projeyê hatine temamkirin. Em li benda wê ne ku di nava 70 heta 90 rojên bê de, yanî di meha Mijdara îsal de, proje bi rêjeya 100% biqede û were vekirin."
Rê bi awayekî modern û li gorî standardên giranbariyê tê çêkirin. Firehiya her aliyekî (sayd) 19 metre ye û ji 5 rêrewên otomobîlan pêk tê. Zêdetirî 182 hezar metre çargoşe karê qîrkirinê tê de tê kirin.
Ji bo çareserkirina komkirina ava baranê, pergaleke kanalîzasyona sindoqî bi dirêjiya 2 kîlometre û 400 metreyan di bin rêyê de hatiye çêkirin.
Ev rêya nû dê bibe sedema kêmkirina qerebalixiya li ser rêya Hewlêr - Pirmamê. Li gorî agahiyên Kurdistan24ê, piştî temamkirina vê projeyê, hikûmet dê dest bi nûjenkirina rêya sereke ya Hewlêr - Pirmamê bike. Tê payîn ku ev rê li gorî masterplana Hewlêrê û mîna "Kolana Barzan" a li bajarê Dihokê, bi şêwazekî pir modern û stratejîk were nûjenkirin.