Îran daxwaza azadkirina 3 firokevanên xwe yên li Qeterê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îranê bi daxuyaniyeke fermî ragihand, piştî êrîşa li ser baregeha Amerîkayê ya li Qeterê, 3 firokevanên wan ji aliyê rayedarên Dohayê ve hatine girtin û ji bo azadkirina wan daxwaza alîkariyê ji Xaçê Sor kir.
Fermandeyê Lêgerîna Windayan ê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirzade nameyek ji Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor Mirjana Spoljaric re şand. Baqirzade di nameyê de daxwaz kir ku ji bo zanîna çarenivîsa 3 firokevanên Îranî yên li Qeterê girtî ne, destwerdaneke bilez bê kirin.
Li gorî agahiyan, di 2ê Adara 2026an de du firokeyên şer ên Îranê êrîşî baregeha asmanî ya Amerîkayê "Al-Udeid" a li ser xaka Qeterê kirin. Di dema vegerê de firokeyên Îranê hatin xistin. Ji 4 firokevanan yekî (Mecîd Kazimî) jiyana xwe ji dest da, lê 3 firokevanên din (Cewad Salihî, Ebdulmecîd Deştiyan û Emran Berûşiyan) bi saxî ketin destê hêzên Qeterê.
Îran, hikûmeta Qeterê tawanbar dike ku ev 6 meh in hemû qanûnên navdewletî û Peymanên Cenevê binpê dike. Tê gotin ku Doha destûrê nade ti peywendî yan jî hevdîtin di navbera firokevanan û malbatên wan de çêbibe. Îranê ji Xaçê Sor xwest ku serdana girtiyan bike û ji bo azadkirina wan zextê li Qeterê bike.