Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Demîrtaş û Mizraklî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî kir. Şandeyê ragihand, Demîrtaş piştgiriyê dide "Qanûna Çarçoveyî" û bang kir ku hemû girtiyên siyasî demildest werin azadkirin.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro 15ê Tebaxê serdana Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kir. Şandeyê di çarçoveya geşedanên dawî de bi Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Berê yê Diyarbekirê Selçûk Mizraklî re hevdîtineke dirêj pêk anî.

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Demîrtaş û Mizraklî pejirandina "Qanûna Çarçoveyî" ya li Meclisa Tirkiyeyê bi rêjeyeke bilind a dangan, wekî gaveke giring dibînin. Hat destnîşankirin ku her du siyasetmedar daxwaz dikin ku ji bo cîbicîkirina vê qanûnê, hemû aliyên peywendîdar berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Şandeya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bêdadî û nehiqûqiya li hemberî girtiyên siyasî û wiha got: "Hevalên me divê yek saetê jî di girtîgehê de nemînin. Ev daxwaza dadê û pêdiviya pêvajoya nû ye. Divê ev bêdadiya li hemberî Birêz Demîrtaş û hevalên wî were rastkirin. Azadkirina girtiyên siyasî dê aştî û demokrasiyê li welat xurtir bike."

Selahattîn Demîrtaş ku ev 10 sal in di girtîgehê de ye, wekî kilîta sereke ya siyaseta demokratîk tê dîtin. Hevserokên DEM Partiyê beriya niha ragihandibûn ku ew li benda azadkirina Demîrtaş in, da ku ew bikaribe bi awayekî fîzîkî beşdarî Kongreya Giştî ya DEM Partiyê bibe ku biryar e di werzê Payîzê de were lidarxistin.