Îran û Omanê li ser Tengava Hurmizê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Tehran û Musqat li ser nexşeya çûnûhatina deryayî ya li Tengava Hurmizê gihîştine rêkeftineke dawî. Hat diyarkirin ku ev peyman tevî hemû hewlên Amerîkayê yên ji bo astengkirinê pêk hatiye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 15ê Tebaxa 2026an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danûstandinên di navbera Îran û Omanê de encamên erênî dane. Beqayî diyar kir, her du welat wekî du dewletên cîran ên tengavê, li ser nexşeya gerdûnî ya çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê li hev kirine.
Beqayî destnîşan kir, ev rêkeftin berhema hevkariyeke berfireh a navxwe ya Îranê ye ku bi serkêşiya Wezareta Derve û bi beşdariya çalak a saziyên parastinê, ewlehî û jîngehê pêk hatiye. Herwiha got: "Wekî dewletekî kenarav, me ev demeke dirêj e bi Omanê re ji bo diyarkirina rêrrewekî aram ê keştivaniyê danûstandin dikirin û diviyabû ev gav bihata avêtin."
Li gorî daxuyaniyê, ev danûstandin nêzîkî sê meh berê, hevdem ligel îmzakirina yadaştnameyekê ji bo bidawîkirina şer dest pê kirine. Beqayî got: "Di çend qonaxan de em pir nêzîkî encamê bûn, lê astengiyên ku ji aliyê Amerîkayê û hinek aliyên din ve dihatin derxistin, her tim pêvajo têk didan. Lê belê di sê hefteyên dawî de danûstandin bi awayekî hêsan û pêşketî bi rêve çûn û nexşeya hevpar hate qebûlkirin."
Berdevkê Wezareta Derve tekez kir, ev lihevkirin serbixwe ye û armanca wê dabînkirina ewlehiya keştiyan e, bi şertê ku serwerî û mafên neteweyî yên her du welatan bên parastin. Herwiha got, sedema sereke ya nearamiya li tengavê, "destwerdanên neyasayî yên Amerîkayê ne."
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand, Tehranê hîn biryar nedaye ku danûstandinên bi Amerîkayê re bide destpêkirin. Araqçî diyar kir ku ew peyamên ku bi rêya Qeter û Pakistanê di navbera Tehran û Washingtonê de tên pevguhartin, wekî "danûstandin" nayên hejmartin.